Di proseya çareseriyê de gotûbêj ligel kê tên kirin?

Di navbera AK Parti û HDPê de li ser pirsa gelo aktorê prosesa çareseriyê dê kî bin niqaş derketin. HDP dibêje Ocalan û wekî partî jî divê partiya wan di vê proseyê de cîh bigire.

Di proseya çareseriyê de gotûbêj ligel kê tên kirin?
Di proseya çareseriyê de gotûbêj ligel kê tên kirin?

K24 - Enqere

Di navbera AK Parti û HDPê de li ser pirsa gelo aktorê prosesa çareseriyê dê kî bin niqaş derketin. HDP dibêje Ocalan û wekî partî jî divê partiya wan di vê proseyê de cîh bigire. AK Parti jî dibeje ew mafê wan heye ku aktorê prosesê biguhere.

Parlamenterên HDPê ên di şandeya İmralıyê cih digirin, Pervin Buldan, İdris Baluken û Sırrı Surreya Onder li Parlamentoyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Li ser navê şandê Sırrı Surreya Onder axivî û diyar kir ku ev çend roj in di çapemeniyê de li ser partiya wan û Ocalan agahiyên tevlîhev hene. Onder got mifteya ku deriyê aştiyê veke di deste Ocalan de ye.

Onder wiha axifî: “Gihiştina wê mifteyê bi tecrîdkirinê nabe, lê bi cidîbûnê, bi berpirsiyariyê û bi rêzgirtinê dê bi dest bikeve. Ne ew dewleta bi gelê xwe re şer bike, lê belê dewleta bi gelê xwe aştiyê pêk bîne ew ê demokrat bibe. Divê prosesa aştiyê bi piraniya civakê re were gotûbêj kirin. Aktor bêguman Ocalan û wekî saziyê jî HDP ye.”

Cîgirê Serokê Koma Ak Partiyê Ahmet Aydın jî got ku eger pirsgirêkek hebe ew ne bi tenê pirsgirêka AK Partiyê ye lê ew pirsgirêka 78 milyon kes e: “Eger di muxataban de pirsgirêkek hebe, eger hûn sekna wan rast nebînin, ew mafê we heye ku hûn aktor biguherin. Ji bo me tiştê girîng encam e. Em ne ew kes in ku, ji çekan, ji terorê nan dixwin, kesên bi rastî aştî û biratiyê dixwazin, kî destê xwe dixe bin kevir,  em li bendê ne ku rolekî cidî bigirin ser xwe milê xwe.”

Nûnerên AK Partî û HDPê  diyar kirin ku bi damezrandina hikûmetê li ser mijara muxatabê prosesa çareseriyê û “ Guhertina Destûrê”  dê pirsgirêk hebin. HDP dixwaze mijara sereke prosesa çareseriyê be, lê AK Partî dixwaze pêşî guhertina destûrê were rojevê.