Di aloziyên Farqînê de 4 kesan cane xwe ji dest dan

Li Bakurê Kurdistan di aloziyên di van çend rojên dawî de, sivîlekî û 3 ji hêzên ewlekariya Tirkiyê canê xwe jidest dan û 7 kes jî birîndarbûn.

Di aloziyên Farqînê de 4 kesan cane xwe ji dest dan
Di aloziyên Farqînê de 4 kesan cane xwe ji dest dan

K24 - Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistan di aloziyên di van çend rojên dawî de, sivîlekî û 3 ji hêzên ewlekariya Tirkiyê canê xwe jidest dan û 7 kes jî birîndarbûn.

Li Farqîna navçeya Diyarbekirê, ev 9 roj e ku li 3 taxan derketina kolanan qedexe ye û şer û pevçûn didomin. Doh jî şandeke ji rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) çûn Farqînê, lê disa welatiyekî canê xwe ji dest da û 2 ji wan giran 3 kes birîndar bûn.

Disa li Geverê hat ragehandin ku çalakvanên ser bi PKKê êrişî karwanê leşkerî kirine dema ku diçûn operasyonê û di encam de leşkerek hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye.  

Li Cizîra Navçeya Şirnexê jî, roketek li qerekola polîsan ket û di encam de 2 polîs birîndar bûn. Hat ragihandin ku nexweşxane ya Cizîrê jî ji teqîna roketê zirar dîtiye.