Hesen Kako
Nivîskar
KCD, dijî operasyonan banga çalakiyên demokratîk dike
KCDê daxwaz kir ku gelê Bakur û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li hemberî operasyonan rabin ser piyan, piştgiriyê bidin berxwedana Bakurê Kurdistanê.
K24 - Diyarbekir
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bangî gel kir û xwest ku gelê Bakur û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, li hemberî operasyonan rabin ser piyan, piştgiriyê bidin berxwedanên li Bakurê Kurdistanê û çalakiyên demokratîk bikin.
KDCê derbarê bûyerên li navçeya Farqîn a Diyarbekirê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Desthilatdariya AK Partiyê, li Cizîr, Farqîn, Varto, Licê, Nisêbîn û Sûrê derketina xelkê sivîl bo ji derve qedexe dike û bi vê yekê hiqûqê binpê dike. Li wan navçeyên ku bi sedhezaran welatî lê dijîn, bi rojan e elektrîk û av tê birîn, xelk nikarin pêdiviyên xwe bi rehetî bidest bixin.”
Herwiha KCDê behsa îlankirina Rêveberiyên Xweser jî kir û got, rêveberiya xweser mafê gelê Kurd ê demokratîk û insanî ye, divê li dijî zihniyeta ku rêveberiyên xweser qebûl nakin dê li her derî berxwedan bên kirin.
KDC’ê daxwaz ji Kurdên li Ewrûpayê kir ku çawa gelê Bakurê Kurdistanê li dijî komkûjiyên li Şingal, Kobanî, Diyarbekir, Cizîr û Enqereyê rabûn ser piyan divê niha jî li gelê Farqîn, Nisêbîn û Rêveberiyên Xweser xwedî derkevin û çalakiyên demokraîk bên kirin.