Evîn Şikakî
Reporter
Rejîma Sûriyê firokexaneya Kiwêris kontrol kir
piştî du salan ji dorpêçkirina firokexaneya Kiwêris ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ku dikeve rojhelatê parêzgeha Helebê
K24 - Navenda Nûçeyan
Şerê di navbera rêjîma Sûriyê, alîgirên wê û rêxistina DAIŞê de li derdora bajarê Helebê berdewam e, rêjîma Sûriyê jî karî dorpêçkirina firokexaneya Kiwêris a leşkerî bi dawî bîne.
Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan duh, 10ê Mijdarê ragehand ku piştî du salan ji dorpêçkirina firokexaneya Kiwêris ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ku dikeve rojhelatê parêzgeha Helebê hêzên rêjîma Sûriyê karîn wê dorpêçkirinê bişkînin û derbasî firokexaneyê bibin.
Televizyona fermî ya Sûriyê jî ragehand ku hêzên Sûriyê bi piştgirya operasyonên Rûsyayê karîne firokexaneya Kiwêris ji çekdarên DAIŞê paqij bikin û di firokexaneyê de bi dehan leşker hatine rizgarkirin.
Li gor pisporên leşkerî ev yekemîn serkeftina hêzên Sûriyê ye piştî operasyonên Rûsyayê ku di 31ê Cotmehê de destpêkirbûn.