Rejîma Sûriyê firokexaneya Kiwêris kontrol kir

piştî du salan ji dorpêçkirina firokexaneya Kiwêris ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ku dikeve rojhelatê parêzgeha Helebê

Rejîma Sûriyê firokexaneya Kiwêris kontrol kir
Rejîma Sûriyê firokexaneya Kiwêris kontrol kir

K24 - Navenda Nûçeyan

Şerê di navbera rêjîma Sûriyê, alîgirên wê û rêxistina DAIŞê de li derdora bajarê Helebê berdewam e, rêjîma Sûriyê jî karî dorpêçkirina firokexaneya Kiwêris a leşkerî  bi dawî bîne.

Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan duh, 10ê Mijdarê ragehand ku  piştî du salan ji dorpêçkirina firokexaneya Kiwêris ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ku dikeve rojhelatê parêzgeha Helebê hêzên rêjîma Sûriyê karîn wê dorpêçkirinê bişkînin û derbasî firokexaneyê bibin.

Televizyona fermî ya Sûriyê jî ragehand ku hêzên Sûriyê bi piştgirya operasyonên Rûsyayê karîne firokexaneya Kiwêris ji çekdarên DAIŞê paqij bikin û di firokexaneyê de bi  dehan leşker hatine rizgarkirin.

Li gor pisporên leşkerî ev yekemîn serkeftina hêzên Sûriyê ye piştî operasyonên Rûsyayê ku di 31ê Cotmehê de destpêkirbûn.