Rûsya reşnivîsa çaksaziyê bo kirîza Sûriyê amade dike

Li gor wê reşnivîsê, wek destpêk di destûrê de reform tên kirin û piştî 18 mehan dê hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Rûsya reşnivîsa çaksaziyê bo kirîza Sûriyê amade dike
Rûsya reşnivîsa çaksaziyê bo kirîza Sûriyê amade dike

K24-Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Rûsyayê "reşnivîseke çaksaziyê"  ji bo krîza Sûriyê amade kir ku ji 8 xalan pêk tê. Li gor wê reşnivîsê, wek destpêk di destûrê de reform tên kirin û  piştî 18 mehan dê hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Di reşnivîsê de ku ajansa Reutersê bi dest xistiye Beşar Esed dê wek Serokê rejîma Sûriyê bimîne û serpereştiya dezgehên taybet ên hikûmet  û siyasta derve jî bike.

Lê Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova duh 10ê Mijdarê bi daxwiyaniyekê red kir ku Rûsyayê reşnivîseke çaksaziyê bo civîna Viennayê amade kiribe.

ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov jî hat redikirin û da zanîn ku tenê planên wan hene û pêwîstiya wê jî bi danûstandinê heye.

Li gor Amerîka û hevpeymanên wê di nav de Tirkiye, proseya aştiyê bo Sûriyê bi hebûna  Esed nayê çareserkirin. Derbarê vê yekê de Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond  berî niha ragehandibû ku divê berî her tiştî sedemên kirîzê ji holê werin rakirin wek amajedan bi Beşar Esed.