Herêma Kurdistanê asta firotina petrolê zêde dike

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê eşkere kirk u firotina petrol Kurdistanê zêde bûye.

Herêma Kurdistanê asta firotina petrolê zêde dike
Herêma Kurdistanê asta firotina petrolê zêde dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê eşkere kirk u firotina petrol Kurdistanê zêde bûye.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di raporta xwe ya dawî de, eşkere dike ku di Cotmeha sala 2015an de 18 hezar û 461 hezar û 357 bermîl petrol xav hatiye hinardekirin ku rojane bi giştî 595 hezar û 528 bermîl petrol bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyê hatiye şandin.

Li gor raportê, ji kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê rojane 439 hezar û 73 bermîl û ji wan kêlgehên ku ji aliyê Kompanya Petrola Bakur tên birêvebirin rojane 156 hezar û 455 bermîl petrol hatiye hinardekirin.

Herwiha tê gotin ku ji ber hinek sedemên li derveyê desthilata Herêma Kurdistanê, di Cotmeha îsal de xeta boriya hinardekirina petrolê 3 rojan rawestiya ye û vêna ji bandora xwe kiriye.

Di wê demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê her berdewam bûye li ser firotina rasterast daku bikaribe meaşê fermanberên xwe bide ku zêdeyî salek dibe hikûmeta Iraqê butçeya Herêma Kurdistanê qut kiriye.

Piştî têkçûna peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, nêzîka 2 sal dibe Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe û rasterast petrolê dişîne bazarên cîhanê. Di demên borî de jî berpirsên hikûmeta Kurdistanê ragehandibûn ku dê berdewam bin li ser zêdekirina hinardekirina petrolê.