Li Ayvacika Tirkiyê 14 penaber xeniqîn

Li navçeya Ayvacik a bajarê Çanakala yê Tirkiyê keştiyeke penaberan di deryayê de niqûm bû û 14 penaberan canê xwe ji dest dan.

Li Ayvacika Tirkiyê 14 penaber xeniqîn
Li Ayvacika Tirkiyê 14 penaber xeniqîn

K24 - Navenda Nûçeyan

Li navçeya Ayvacik a bajarê Çanakala yê Tirkiyê keştiyeke penaberan di deryayê de niqûm bû û 14 penaberan canê xwe ji dest dan, herwiha Hêzên Parastina Deryayê karîn 27 penaberên din jî rizgar bikin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê penaberên ku dixwestin ji Tirkiyê bi rêya girava Mîdîllî derbasî Yûnanîstanê bibin, ji ber bahozê keştiya wan niqûm û di encam de 14 penaber mirin û 27 jî hatin rizgar kirin.

Heta niha nayê zanîn ew penaber ji kîjan welatî ne û lêkolînên derbarê buyer û rizgarkirinê de berdewam in.

Berî niha Ajansa Frontex a Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê eşkere kiribû ku 1 milyon û 200 hezar penaber di hundirê salekê de  bi rêyên qaçax derbasî welatên Ewropayê bûne û ew rêje çar caran zêdeyî sala borî ne.