Kurdistan24
Nivîskar
Plan amade ye û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, ragehand ku plana azadkirina Şingalê bi dawî bûye û niha li benda demeke maqûl in ji bo kontrolkirinê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, ragehand ku plana azadkirina Şingalê bi dawî bûye û niha li benda demeke maqûl in ji bo kontrolkirinê.
Di vê derbarê de Berdevk û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re axifî û got: "Plana azadkirina Şingalê temam bûye û niha wezaret li demeke maqûl digere daku Pêşmerge êrîşê bibin ser Şingalê û azad bikin."
Berî niha jî çavkaniyeke agahdar eşkere kiribû ku girtina Şingalê nêzîk bûye û niha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ligel hêzên hevpeyman li benda fermanê ne.
Hat zanîn ku niha hejmareke zêde ya daniştvanên qezayê ji ber nêzîkbûna azadkirina bajarê xwe çûne çiyayê Şingalê û deqe bi deqe li benda azadiyê ne daku ji DAIŞê rizgar bibin.
Ji aliyê xwe ve Fermandeyê Hêza Êzdîxan li Devera Şingalê Qasim Şeşo got: "Girtin û azadkirina Şingalê nêzîk e. Plan û bernameyê vê care yê Şingalê bi tu awayekî nayê behskirin, hemû amadekariyek hatiye kirin û em li benda fermanê ne."