Koçerên bajarê Îlam bi neçarî koç dikin

Serokê Karûbarê Koçerên Parêzgeha Îlamê Elî Selîmî ragehand ku ji ber rewşa hewayê koçerên navçeyê neçar bûne bilez û berî wextê xwe koç bikin.

Koçerên bajarê Îlam bi neçarî koç dikin
Koçerên bajarê Îlam bi neçarî koç dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Karûbarê Koçerên Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê Elî Selîmî ragehand ku ji ber rewşa hewayê koçerên navçeyê neçar bûne bilez berî û berî wextê xwe koç bikin.

Di vê derbarê de Elî Selîmî ji Ajansa Mehr a Îranê re got: "Ji ber guherîna keş û hewayê û nêzîkbûna çileya matemaniyê ya Îmam Huseyîn, koça eşîr û koçerên deverê ber bi deverên germtir zûtir ji dema xwe dest pê kiriye û heta dawiya payîzê ancex bi dawî bibe."

Selîmî da zanîn ku ji xeynî koçerên nav parêzgeha Îlam, ji parêzgahên din wek Kirmanşan û Loristanê jî salane du hezar malbatên ajeldar tên nav Îlam.

Niha zêdeyî 9 hezar malbatên koçer ên ajeldar ku hejmara wan zêdeyî 60 hezar kes e li Îlam û derdora wê dijîn û salane ji bo çêrandina ajel û debara jiyana xwe ji zozanan diçin germiyanan û berevajiya wê.

Selîmî wiha axifî: "Yek milyon û 400 hezar mî û bizinên koçerên Îlam hene ku salane 7 hezar ton koşt berhem tînin ji xeynî berhemê şîr û penîr bo parêzgehê."

Herwiha hezar û 570 ton hirî, 465 ton rune xwemalî, 372 ton keşk, 25 hezar û 178 ton şîr tê berhemanîn ku behayê aboriya van berheman salane zêdeyî 250 milyon Tûmenê Îranî ye.