Li Farqînê operasyona bi çekên giran dest pê kir

Li Farqîna Navçeya Diyarbekirê ku ev 9 roj e li 3 taxan qedexeya derketina kolanan berdewam e, îro saet ji 5ê sibehê de, operasyoneke mezin destpê kiriye û şerekî dijwar heye.

Li Farqînê operasyona bi çekên giran dest pê kir
Li Farqînê operasyona bi çekên giran dest pê kir

K24 - Diyarbekir

Li Farqîna Navçeya Diyarbekirê ku ev 9 roj e li 3 taxan qedexeya derketina kolanan berdewam e, îro saet ji 5ê sibehê de, operasyoneke mezin destpê kiriye û şerekî dijwar heye. Hê ji hejmara rast a mirî û birîndaran agahiyên piştrast tune ne, lê hatiye piştrast kirin ku leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Li gor çavdêrî û agahiyên ku ji Farqînê gehiştine K24ê, îro serê sibehê, hem ji hewayê, hem jî bejayî bi beşdariya hêzeke mezin a leşkerî li navçeyê operasyonê dest pê kiriye.  Ji tanqan û helîkopteran 3 tax tên topbaran kirin û gulebaran kirin û metirsiya ku hêjmareke mezin mirî û birîndar hebin heye.

Li Farqînê cara 6emîn e ku derketina kolanan tê qedexe kirin û di nav 4-5 heyvan de 17 ji wan sivîl zêdeyî 30 kesan canê xwe ji dest dane. Şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) 2 roj e li wir bûn û ji wan jî agahî nayên wergirtin. Îro jî şanda BAROya Diyarbekirê çû Farqînê. Ev 10 roj e ku li Farqînê, av, elektrîk û înternet qutkirî ye.