Siûdiye ji destêwerdana Îran û Rûsyayê nîgeran e

Di reşnîvîsa pirojeyê de tê gotin ku Rûsya du meh dibe li Sûriyê opozîsyona wî welatî kiriye armanca operasyonên xwe.

Siûdiye ji destêwerdana Îran û Rûsyayê nîgeran e
Siûdiye ji destêwerdana Îran û Rûsyayê nîgeran e

K24-Navenda Nûçeyan

Erebistana Siûdiyê reşnivîsa projeyekê radestî Encûmena Mafên Mirovan a Netweyên Yekbûyî kir û tê de destêwerdana Îran û Rûsyayê li Sûriyê şermezar dike.

Proje bi alîkariya Qeter, Amerîka, Brîtanya, Fransa û hinek welatên din ên Ereb hatiye nivîsandin û di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî  ya Mafê Mirovan a sêyemîn de hatiye  pêşkêşkirin û tê pêşbînî kirin ku di rojên pêş de dengdan li ser were kirin.

Di reşnîvîsa pirojeyê de tê gotin ku Rûsya du meh dibe li Sûriyê opozîsyona wî welatî  kiriye armanca operasyonên xwe.

Rûsyayê ji 30ê Îlona borî ve dest bi êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê kiriye. Amerîka, Brîtanya, Fransa, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê jî bi guman berê xwe didin van êrîşên Rûsyayê. Li gor wan, mebesta vê pêngava Moskowê piştgirîkirina rejîma Sûriyê ye.

Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed 4ê Cotmehê di hevpeyvînekê de pesnê êrîşên esmanî yên Rûsyayê li dijî pêgehên DAIŞê da û got ku, eger ew hevpeymanî sernekeve dê navçeya Rojhilata Navîn bi temamî “têk biçe”.

Projeya Siûdiyê ya şermezarkirina destêwerdana Îran û Rûsyayê di karûbarên Sûriyê de ji aliyê nûnerê Sûriyê li Netweyên Yekbûyî Beşar el-Caferî ve hat redkirin. El-Caferî diyar kir ku ne ji mafê Erebistana Siûdiyê ye û ne jî yê Qeterê ye behsa mafên mirovan bikin.

Li gor reşnivîsa projeya Erbistana Siûdiyê ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha zêdeyî 250 hezar kes bûne cangorî, ji xeynî koçberbûna bi milyonan kes.