Li Germiyanê lehî rabû: Welatiyekî canê xwe ji dest da
Xelkên navçeyê dibêjin ku wan beriya niha baranek bi wî awayî nedêtine.
Li Germiyanê lehî rabû: Welatiyekî canê xwe ji dest da
K24- Germiyan
Li sînorê îdareya Germiyanê lehiyê firoşgeh û embar binav kirin û welatiyekî canê xwe ji dest da.
Ev bû çend roj ku rêjeyeke zêde ji baranê li seranserê Herêma Kurdistanê dibare, li sînorê îdareya Germiyanê jî ziyanên madî û mirovî ji encama lehiyê ketin.
Peyamnêrê K24 li Germiyanê got ku, ji ber lehiyê welatiyekî canê xwe ji dest da û firoşgeh û embarên welatiyan li Kela û Kifrî binav bûn.
Li gor xelkên navçeyê, ev yekemîn car e ku rêjeyeke wiha zêde ji baranê li Germiyanê dibar e.