Kurdistan24
Nivîskar
Hejmarek birîndarên Pêşmerge li Hindistanê tên dermankirin
Welatê Qeter rêgirî li çûna wan bo Hidistanê kiribû
K24- Hewlêr
Pêşmergeyên ku li firokexaneya Qeterê asê mabûn gehiştin Hidistanê û niha çareseriyê werdigrin.
Duh, 10ê Mijdarê, hejmarek ji Pêşmergeyên birîndar ê şerê li dijî DAIŞê dixwestin bigehin Hindistanê bo wergirtina çareseriyê, lê li firokexaneyek welatê Qeterê firokeya wan hatibê ragirtin.
Lîwayê pizîşkî Mihsin Mihemed di daxuyaniyekê de ji K24 re got ku, ew Pêşmerge niha gehiştine Hindistanê û li nexweşxaneyên wî welatî çareseriyê werdigrin.
Mihemed eşkere kir jî ku, di çend rojên bê de wê 6 birîndarên din ên Pêşmerge bi mebesta wergirtina çareseriyê bo derveyî welat bên şandin.
Ji dema destpêkirina şerê li dijî DAIŞê, birîndarên Pêşmerge yên ku birînên wan giran bi derveyî Herêma Kurdistanê tên şandin.