Li Mêrdînê karmendek û li Silopiyê 3 polîs hatin kuştin

Li navçeya Silopya ya Şirnexê di encama şer û pevçûnan de 3 polîsên Tirkiyê hatin kuştin. Li Mêrdînê jî karmendekî şaredariyê hate kuştin.

Li Mêrdînê karmendek û li Silopiyê 3 polîs hatin kuştin
Li Mêrdînê karmendek û li Silopiyê 3 polîs hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li navçeya Silopya ya Şirnexê di encama şer û pevçûnan de 3 polîsên Tirkiyê hatin kuştin. Li Mêrdînê jî karmendekî şaredariyê hate kuştin.

Li navçeya Silopya ya Şirnexê şeva borî, 10ê Mijdarê, demjimêr derdora 21.30'an bi roketan li dijî otomobîleke polîsan êriş pêk hat. Di encamê de 4 polîs birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Piştî birîndar rakirin nexweşxaneyê 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan û rewşa birîndarê din jî giran e.

Li Mêrdînê jî îro bombeyek bi otombîla Polîsa Bajêr de teqiye, di encamê de karmendekî şaredariya Mêrdînê hat kuştin û endamekî polîs birîndar bû.

Hefteya borî KCKê bi daxuyaniyekê de agirbesta ku berî hilbijartên 1 Mijdarl ku ragehandibû, dawî lê anî û daxwaz ji gelê Tirkiyê û gelê Kurd kir ku berxwedana xwe li dijî AKP xurtir bikin.