Kurdistan24
Nivîskar
Kantona Cizîrê: Hin hêz dixwazin fitneyekê çêbikin
Desteya Navxwe ya kantonê dibêje ku ew dê rêgiriyê li her xwepêşandaneke “bê molet” bikin
K24- Qamişlo
Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê radigehîne ku, xwepêşandan ji mafê her hêzeke siyasî ne “lê hin hêz hene dixwazin fitneyekê çêbikin.”
Serokê Desteya Navxwe li Kantona Cizîrê, Kenaan Berekat di konferensekî rojnamevanî de îro, 11ê Mijdarê, got ku “hin hêz hene dixwazin di bin ”siya pirsên wek ziman de fitneyekê di nava gel de çêbikin” bêyî ku wan hêzan binav bike.
Roja 9ê Mijdarê li bajarê Dêrikê, encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandanek li “dijî rêbazên xwendinê” yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine pejirandin, lidar xistibû.
Lê alîgirên Rêveberiya Xweser xwepêşandeke din li beramber rêxistibûn, dema her du xwepêşandan gehiştin hev, alzoî ket navbera xwepêşanderan. herwiha çend kesayetî ji aliyê asayişa bajêr ve hatibûn girtin.
Derbarê van xwepêşandanan de Kenaan Berekat got ku, ji mafê her hêzekê ye ku xwepêşandanan lidar bixe “lê piştî wergirtina moletê ji şaredarî û asayişê.”
Berekat diyar kir jî ku, her hêzek li derveyî yasayan xwepêşandanekê lidar bixe “ew dê bi rêyên aştiyane xwepêşanderan belav bikin.”
Serokê Destya Navxwe got jî ku hên hêz û alî hene “dixwazin di bin siya hin meseleyên ziman de, fitneyekê bikin û ewelhiya navçeyê têk bidin” bêyî ku wan hêzan binav bike.