Slovenya sînorê xwe têlbend dike

Da rêgiriyê li hatina 30 hezar penaber bike.

Slovenya sînorê xwe têlbend dike
Slovenya sînorê xwe têlbend dike

K24- Navenda Nûçeyan

Slovenya sînorê xwe li pêş hatina penaberan têlbend dike û amaje bi hatina 30 hezar penaber dike.

Welatê Slovenyayê îro, 11ê Mijdarê, sînorê xwe yê ligel Kirwatyayê têlbend kir, ji bo ku rêgiriyê li hatina penaberan bike.

Li gor ku ajansa AFP li ser zarê berpirsên Slovenyayê belav kiriye, pêşbînî tê kirin ku di rojên bê de 30 hezar penaberên din bi rêya Kirwatyayê derbasî welatê wan bibin, lewma ew sînor têlbend dikin.

Ew kar li navçeya Jibeena û Presitse hatiye encamdan.