Hevşaredara Nisêbînê Piştî demeke dirêj hat berdan

Hevseroka şaredariya navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê ku ji ber xweseriya demokratîk ragehandibû, hatibû girtin. Piştî demeke dirêj hat berdan.

Hevşaredara Nisêbînê Piştî demeke dirêj hat berdan
Hevşaredara Nisêbînê Piştî demeke dirêj hat berdan

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hevseroka şaredariya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji ber ragehandina xweseriya demokratîk hatibû girtin, serbest hat berdan.

Hevşaredar Nisêbînê Sara Kaya û endamên din ên girtî bi rêya wergeran li dadgehê bi Kurdî îfade dan. Piştre dadgehê îro 11 Mijdarê biryar da ku 9 kesên da, da nav wan de hevşaredara Nisêbîn û gelek rêveberên din yên HDP û DBP'ê hebûn.

Di Tebaxa borî de “Rêveberiya Xweser” li navçeya Nisêbînê ji aliyê hevseroka şaredariyê Sara Kaya ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatibû ragehandin. Piştî vê yekê jî hevserok û gelek endamên HDP û DBP'ê hatibûn girtin.

Kesên rêveberî ragihandine bi tohmeta endamên PKK'ê ne, hatibûn girtin.

Piştî serbest berdana wan 9 kesan, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya parêzer Zûhat Bîlen got: “Tevî ku em bi encama vê dozê keyfxweş bûne, ewqasî em pê aciz jî bûne. Ji ber ku pêwîstiya wê dozê nebû. Divê bê zanîn ku ev doz çend bê wate ne. Tenê ji ber daxuyaniyekê ev kes hatine girtin û ev tiştekî ne rast e."