Kantona Cezîrê: Rêbazên xwendinê dê bêne guhartin

Serokê desteya perwerdeyê li Kantona Cezîrê, Mihemed Salih, radigehîne ku rêbazên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê ne cêgîr in û “egera guhertinan wan heye.”

Kantona Cezîrê: Rêbazên xwendinê dê bêne guhartin
Kantona Cezîrê: Rêbazên xwendinê dê bêne guhartin

K24 – Qamişlo 

Serokê desteya perwerdeyê li Kantona Cezîrê, Mihemed Salih, radigehîne ku rêbazên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê ne cêgîr in û “egera guhertinan wan heye.”

Mihemed Salih Îro, 11 Mijdarê, di konferenseke rojnamevaniyê de eşkere kir ku rêbazên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê ne cêgîr in û bi awayekî berdewam dê bên guhertin.

Salih got jî desteya perwerdê dê rapirsînekê di nav xwediyên şagirtan de cê bikin daku nerînên wan bişopînine.

Derbarê rêbaza xwendinê yên ku Desteya Perwedê li Rojavayê Kurdistanê danîne de, gelek daxuyaniyên nerazîbûnê ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hatin belavkirin, herwiha di 7 vê mehê de li Çilaxa û 9 mehê li Dêrikê xwepêşandan li dijî rêbazên xwendinê hatin lidar xistin.

ENKS diyar dike ku ew rêbaz li ser “hizreke edyoyljî” hatine nivîasndin, lê rêverberî wê yekê red dike û dibêje ku rêbaz li ser bingeheke zanistî hatine danîn.