Kurdistan24
Nivîskar
Komîteyek Lêkolînê: Me kujerê Yasir erefat eşkere kiriye
Serokê komîteyê eşkere dike ku “dê hûrgiliyê terorkirinê” rabigehînin
K24- Navenda Nûçeyan
Komîteya lêkolînan ya Filestînî radigehîne, wan ew kesê ku serokê berê yê wî welatî Yasir Erefat “kuştiye” eşkere kiriye.
Serokê komîteyê, Tewfîq Teyrawî di dawxuyaniyekê de duh, 10ê Mijdarê, ragehand ku, tenê yek tişt maye “daku hûrgiliyên terorkirina” Yasir Erefat rabigehînin.
Yasir Erefat di sala 2009an de di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest dabû.
Lê hevjîna wî, Suha Erefat li Fransayê dozek li dijî “kesekî nenas” vekiribû, ji bo ku lêkolîn derbarê sedeme mirina Erefat de were destpêkirin.
Wê demê komîteya Fransî ragehand bû ku, ew gehiştine encameka dibêje mirina Erefat ne “bi destê kes yan aliyekî bû” û lêkolîn rawestandin.
Teyrawî piştrast kir jî ku “Îsraîl li pişt terorkirina” serokê berê yê Filestînê ye.
Lê Îsraîl berdewam wê tohmetê red dike.