Iraq 20 milyon bermîl petrol ji Amerîkayê re dişîne
Ev yekemîn car e ku barek wih ji petrola Iraqê ber bi Amerîkayê ve tê şandin
Iraq 20 milyon bermîl petrol ji Amerîkayê re dişîne
K24- Navenda Nûçeyan
Keştiyên hilgirtaina petrolê xwe amade dikin ji bo veguheztina 20 milyon bermîl petrola Iraqê bo Amerîkayê.
Li gor ku ajansa Reutersê belavkiriye, ew keştî dê vê mehê ber bi Amerîkayê ve bi rê kevin.
Ev yekemîn car e jî ku keştî bi vî barê mezin ê petrolê ji Iraqê ber bi Amerîkayê ve diçe.
Barê wan keştiyan ji 20 milyon bermîl pêk tê.
Li gor şîroveyên pisporan jî, ev pêngav di demekê de ye, daketina bihayê petrolê di bazaran de guvaşek mezin xistiye ser kompaniyayên ku karê derxistin û berhemanîn petrolê li Amerîkayê dikin.