Di Cotmehê de Herêma Kurdistanê 18 milyon bermîl petrol hinartiye
Bi awayekî serbixwe ji Bexdayê û bi rêya bendera Ceyhan ya Tirkî petrol tê şandin.
Di Cotmehê de Herêma Kurdistanê 18 milyon bermîl petrol hinartiye
K24- Hewlêr
Herêma Kurdistanê di Cotmeha borî de 18 milyon û 500 hezar bermîl petrol hinartiye bazarên cîhanê.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro, 11ê Mijdarê, qasê petrola ki di Cotmehê de hatiye hinartin eşkerek kir.
Li gor rapora wezaretê, di meha borî de rojane 595 hezar û 528 bermîl petrol ji kêlgehên Herêma Kurdistanê û kêlgehên kompaniyeya Bakur bi rêya bendera Ceyhan ya Tirkî gehiştiye bazarên cîhanê.
Bi giştî jî di wê mehê de nêzîk 18 milyon û 500 hezar bermîl petrol hatiye firotin.
Ji Hezîrana borî ve Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe petrola xwe difroşe.