Proseya azadkirina Şingalê dest pê kir

Proseya azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi hevkariya Hêzên Hevpeyman dest pê kir.

Proseya azadkirina Şingalê dest pê kir
Proseya azadkirina Şingalê dest pê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Proseya azadkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi hevkariya Hêzên Hevpeyman dest pê kir.

Ji şevê din ve firokeyên hêzên hevpeyman, navenda qezaya Şingalê bombardiman dikin û zerareke zêde gehandine çekdarên DAIŞê.

Peyamnêrê K24ê ji çiyayê Şingalê ragehand ku ji şevê din saet 11: 30an ve firokeyên şer ên hevpeymanan bi dijwarî çekdarên DAIŞê yên li navçeyê bombardiman dikin.

Li gor agahiyên K24ê, bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî hejmareke zêde ya Pêşmergeyan beşdarî proseya kontrolkirina Şingalê bûne.

Peyamnêrê K24ê ragehand ku derbeyên dijwar li çekdarên DAIŞê hatine xistin hejmare zêde ji wan hatine kuştin.