Kurdistan24
Nivîskar
Yekîtiya Ewropayê di warê çapemeniyê de Tirkiye rexne kir
Hurgiliyên Rapora Yekîtiya Ewropayê ya derbarê Pêşveçûna Tirkiyeyê di rojeva partiyên siyasî de ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hurgiliyên Rapora Yekîtiya Ewropayê ya derbarê Pêşveçûna Tirkiyeyê di rojeva partiyên siyasî de ye. Di raporê de zextên li ser çapemeniyê û azadiya xwe îfadekirinê cihekî girîng digire.
Parlamenterê AK Partiyê yê Enqerê Ahmet İyimaya derbarê mijarê de got di warê azadiya çapemeniyê de divê gavên di heyama AK Partiyê de hatine avêtin biçûk neyên ditîn û ji aliyê herkesî ve were qebûlkirin.
Ahmet Îyîmaya got: “Divê Yekîtiya Ewropayê dest ji dirûtiyê berde. Bi rastî min nedîtiye ku tu kes ji ber azadiya xweîfadekirinê, rojnamegeriyê, aşkerekirina fikra xwe, xwe hatiye mehkûmkirin.”
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Bülent Tezcan jî girîngî da rapora Yekîtiya Ewropayê ku cih daye zextên li ser çapemeniyê: “Divê em bi wî awayî raporê binirxînin ku ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pêdiviyên duristker û lezgîn têde hatiye nirxandin. Ji ber vê yekê divê bi taybetî hikûmet di warê pêşvebirina azadiya fikr û ramanan hişyariyên vê raporê bide ber çavan û li gorî wê gavan biavêje.”
Siyasetmedar dibêjin Tirkiye di qada navneteweyî de di warê azadiya fikr û ramanan de gelekî tê rexnekirin û piştî Yekîtiya Ewropayê bi awayekî fermî ev rexne li Tirkiyeyê girt, wê ev mijar gelekî were axaftin.