Tîmên Kurdistan24ê li Şingalê ne

Tîmên Kurdistan24ê ji çar aliyan ve ligel Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kêlî bi kêlî operasyona azadkirina Şingalê dişopînin.

Tîmên Kurdistan24ê li Şingalê ne
Tîmên Kurdistan24ê li Şingalê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîmên Kurdistan24ê ji çar aliyan ve ligel Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê kêlî bi kêlî operasyona azadkirina Şingalê dişopînin.

Doh 11.11.2014ê tîmekî berfireh ê Kurdistan24ê bi armanca şopandina operasyona rizgarkirina Şingalê çûn navçeyê û kêlî bi kêlî operasyonê bi awayekî rasterast bi rêya televizyonê vediguhêzin.

Tîmê Kurdistan24ê ji çar aliyan ve operasyonê dişopînin, li rojhilat Huner Ehmed, peyamnêrê Kerkûkê li wir e ku taybet ji bo şopandina proseyê çûye. Li rojava jî peyamnêrê Kerkûkê Mesûd Mihemed bûyeran vediguhêze. Li navçeya Sihêla Bextiyar Ebdulezîz û li ser çiyayê Şingalê jî li du cihên cuda Sehên Muftî û Bergeşt Akreyî operasyonê dişopînin.

Kurdistan24, dixwaze bi rêya wê şopandinê kêlî bi kêlî birêveçûna operasyonê û qahremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê rasterast vebiguhêze. Hêjayê gotinê ye nêzîka 7 hezar Pêşmerge di operasyonê de beşdar in.

Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.