Kurdistan24
Nivîskar
Pêşmergeyan çekdarên DAIŞê dorpêç kirin
Li ser çiyayê Şingalê peyamnêrê K24ê Bergeşt Akreyî ragehand ku li nav Şingalê bombardimankirina binkeyên DAIŞê berdewam e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser çiyayê Şingalê peyamnêrê K24ê Bergeşt Akreyî ragehand ku li nav Şingalê bombardimankirina binkeyên DAIŞê berdewam e û got: "Li rojavayê Şingalê Pêşmerge baş pêşketine, çekdarên DAIŞê dorpêç kirine ku dixwestin di wir re biçin Sûriyê."
Akreyî, da zanîn ku ji şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê û kontrol kirin, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.