Kurdistan24
Nivîskar
Bombardiman didome; Sê gund hatin rizgarkirin
Ji çiyayê Şingalê peyamnêrê K24ê ragehand ku sê gund ji DAIŞê hatine paqijkirin û tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan jî li ser rakirina mîn û TNTê berdewam in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji çiyayê Şingalê peyamnêrê K24ê ragehand ku sê gund ji DAIŞê hatine paqijkirin û tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan jî li ser rakirina mîn û TNTê berdewam in ku çekdarên DAIŞê danîne.
Peyamnêrê K24ê, da zanîn ku ji şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê û kontrol kirin, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.