Kurdistan24
Nivîskar
10 otomobîlên DAIŞê hatin şewitandin
Peyamnêrê K24ê ji çiyayê Şingalê ragehand ku heta niha tişta hatiye dîtin 10 otomobîlên DAIŞê bi topbarana Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan hatine şewitandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê ji çiyayê Şingalê ragehand ku heta niha tişta hatiye dîtin 10 otomobîlên DAIŞê bi topbarana Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan hatine şewitandin.
Hêza Dijî Terorê ya ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyên Kurdistanê beşdarî proseya azadkirina Şingalê bûne û hat ragehandin ku hevahengiyeke baş di navbera Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman de heye.
Peyamnêrê K24ê, da zanîn ku ji şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê û kontrol kirin, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.