Kurdistan24
Nivîskar
Hêza DAIŞê nemaye û paş de vedikişe
li Iraqê DAIŞê derbeyên mezin xwarine û paş de vedikşe
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragehand ku li Iraqê DAIŞê derbeyên mezin xwarine û paş de vedikşe, herwiha hêza wê ya bervaniyê nema ye.
Di daxuyaniyekê de Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Steve Waren îro, 12ê Mijdarê got ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di çend heftiyên bê de bajarê Rûmadî bi temamî dê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.
Waren, da zanîn ku ji destpêka proseya rizgarkirina bajarê Rûmadî ve Hêzên Kurdî û yên Iraqê karîne 800 kîlometre qare derdora bajarê Bêcî rizgar bikin û rêxistina DAIşê bişkînin.
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ji Tebaxa 2014an ve li Iraqê dest bi operesyonên xwe yên li dijî DAIŞê kirine.