Hêza DAIŞê nemaye û paş de vedikişe

li Iraqê DAIŞê derbeyên mezin xwarine û paş de vedikşe

Hêza DAIŞê nemaye û paş de vedikişe
Hêza DAIŞê nemaye û paş de vedikişe

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragehand ku li Iraqê DAIŞê derbeyên mezin xwarine û paş de vedikşe,  herwiha hêza wê ya bervaniyê nema ye.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî  Steve Waren îro, 12ê Mijdarê got ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di çend heftiyên bê de bajarê Rûmadî bi temamî dê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

Waren, da zanîn ku ji destpêka proseya rizgarkirina bajarê Rûmadî ve Hêzên Kurdî û yên Iraqê karîne 800 kîlometre qare  derdora bajarê Bêcî  rizgar bikin û rêxistina DAIşê bişkînin.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka ji Tebaxa 2014an ve li Iraqê dest bi operesyonên xwe yên li dijî DAIŞê kirine.