Hemû rêyên serekî hatin kontrolkirin

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ber bi çûna nav Şingalê pêş ve diçin û hemû rêyên serekî kontrol kirine.

Hemû rêyên serekî hatin kontrolkirin
Hemû rêyên serekî hatin kontrolkirin

K24 – Şingal

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ber bi çûna nav Şingalê pêş ve diçin û hemû rêyên serekî kontrol kirine.

Peyamnêrê K24ê ji çiyayê Şingalê ragehand ku niha hemû rê hatine kontrolkirin û rêya çûn û hatinê li çekdarên DAIŞê hatiye girtin.

Herwiha da zanîn ku demek berî niha gundê Fazile hatiye kontrol kirin û got: "Li sê eniyan Pêşmerge pêş de diçin û helîkopterên Hêza Dijî Terorê ya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tevî proseyê bûne û rolekî wan ê girîng heye."

Peyamnêrê K24ê, da zanîn ku ji şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin.

Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.