Li Bakurê Kurdistanê rewş aloz e

Li gelek bajar û bajarokan jî ji bo piştgiriya Farqînê çalakî hatin kirin.

Li Bakurê Kurdistanê rewş aloz e
Li Bakurê Kurdistanê rewş aloz e

K24 – Diyarbekir

Bûyerên li navçeya Farqîn a Bakurê Kurdistanê berdewam in. Li gelek bajar û bajarokan jî ji bo piştgiriya Farqînê çalakî hatin kirin.

Duh endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Farqînê û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan bi bombeya gazê birîndar bû.

Îro 10 roj e ketin û derketina navçeya Farqîn a Diyarbekirê hatiye qedexekirin. Duh li Farqînê di encama çalakiyekê de efserek û polîsek hatibûn kuştin.

Herwiha destûr nehat dayîn ku parlamenterên HDPê jî derbasî Farqînê bibin.