Kurdistan24
Nivîskar
Peyama Barzanî bo Pêşmergeyên Kurdistanê
Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku bi hişyarî tevbigerin û pêş ve biçin daku nebin armanca bombeyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine danîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir ku bi hişyarî tevbigerin û pêş ve biçin daku nebin armanca bombeyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine danîn.
Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji BasNewsê re got ku Pêşmergeyên Kurdistanê ber bi navenda qezaya Şingalê pêş ve diçin û çend demjimêrên din mizgîniya azadkirina Şingalê tê ragehandin.
Şeşo, da zanîn ku Serok Barzanî daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kiriye daku bi hişyarî tevbigerin û nebin armanca mayîn û teqemeniyên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine danîn. Hêjayê gotinê ye Barzanî bi xwe serpereştiya operasyona azadkirina Şingalê dike.
Qasim Şeşo wiha axifî: "Moralê Pêşmergeyan gelekî bilind e û çend demjimêrên din mizgîniya azadkirina Şingalê tê ragehandin. Niha çekdarên DAIŞê ji Şingalê direvin û hejmareke zêde ji wan hatine kuştin. Lê ji ber mayînên ku berê hatine danîn pêşveçûna Pêşmergeyan hinekî sist bûye û tîmên pûçkirina teqemeniyan jî li ser karê xwe berdewam in."
Peyamnêrê K24ê jî ji çiyayê Şingalê ragehand ku niha hemû rê hatine kontrolkirin û rêya çûn û hatinê li çekdarên DAIŞê hatiye girtin. Herwiha diyar kir ku demek berî niha gundê Fazile hatiye kontrol kirin û got: "Li sê eniyan Pêşmerge pêş de diçin û helîkopterên Hêza Dijî Terorê ya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tevî proseyê bûne û rolekî wan ê girîng heye."
Peyamnêrê K24ê, da zanîn ku ji şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin. Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.