Kurdistan24
Nivîskar
"Nabe kes xwe bike xwediyê azadkirina Şingalê"
Qeymeqamê Qezaya Şingalê Mehma Xelîl tekez kir ku ji xeynî Pêşmergeyên Kurdistanê ji kesî qebûl nakin xwe bikin xwediyê azadkirina Şingalê.
K24 – Dihok
Qeymeqamê Qezaya Şingalê Mehma Xelîl tekez kir ku ji xeynî Pêşmergeyên Kurdistanê ji kesî qebûl nakin xwe bikin xwediyê azadkirina Şingalê.
Di hevdîtinekê de ligel rehspî û kesayetiyên Şingalê, Mehma Xelîl got: "Ji xeynî Hêzên Pêşmerge çênabe em ji hîç kes û aliyekî qebûl bikin ku xwe bikin xwediyê azadkirina Şingalê."
Her di vê derbarê de Endamê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Sedîq Çeto jî wiha dibêje: "Heta niha hikûmeta Iraqê ti alîkariyek ji navçeyên maddeya 140ê re neşandiye, piştî azadkirina Şingalê jî em dê bi rêya qanûnî daxwaz bikin ku Şingal bikeve ser Herêma Kurdistanê."
Li gor wan herdu berpirsên Şingalê, berî bi çend satên ku proseya azadkirina Şingalê dest pê kir, civînek ligel rihspî û kesayetiyên qezayê hatiye kirin û ji wan re hatiye gotin ku tenê Pêşmerge xwediyê azadkirina Şingalê ne.
Ji şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar hatine kuştin. Herwiha zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Piştî ku ketin nav bajarê Mûsilê û kontrol kirin, çekdarên DAIŞê roja 03.08.2014ê êrîşî qezaya Şingalê kirin û dest danîn ser, di encam de jî bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihê xwe koçber bûn.