Kurdistan24
Nivîskar
Pêşmerge derbeyên dijwar li DAIŞê didin
ji ber berdewamiya şer hejmara rast a kuştî û birîndarên DAIŞê nehatiye zanîn lê Pêşmergeyan derbeyên dijwar li çekdarên DAIŞê dane
K24-Navenda Nûçeyan
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di proseya azadkirina Şingalê de ji ber berdewamiya şer hejmara rast a kuştî û birîndarên DAIŞê nehatiye zanîn lê Pêşmergeyan derbeyên dijwar li çekdarên DAIŞê dane,
Ji aliyekî din ve hat ragehandin ku 2 Pêşmerge birîndar bûne, Berî niha fermandeyekî Hêzên Pêşmerge bi rêya K24ê daxwaz ji Pêşmergeyan kiribû bi hişyarî tevbigerin û nekevin pêşiya tîmên pûçkirina mîn û teqemeniyan.
Şevê din saet 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.