Di pevçûnên Farqînê de hejmara miriyan gehişte 9an

Şevê din li taxa bi navê Mescîdê xortek bi navê Suleyman Guleç û polîsekî canê xwe ji dest dan.

Di pevçûnên Farqînê de hejmara miriyan gehişte 9an
Di pevçûnên Farqînê de hejmara miriyan gehişte 9an

Li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê di pevçûnên ku ev 10 roj in berdewam in hejmara miriyan gehişte 9 kesan. Şevê din li taxa bi navê Mescîdê xortek bi navê Suleyman Guleç û polîsekî  canê xwe ji dest dan.  

Pevçûnên li 3 taxên navçeyê didomin. Ji hêla din ve îro Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag bi parlamenter û rayedarên partiyê re diçe navçeyê. Li 3 taxên navçeyê, derketina ji derve hê jî qedexe ye.

Pevçûnên di navbera hêzên ewlehiya dewletê û xwenîşanderên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) de jî berdewam in. Ji hewa helîkopter, ji bejayiyê jî tanzerên paletkirî, navgînên zirxkirî û hêzên taybet yên polîs û leşkeran taxên navborî dorpêç kirine.  

Li navçeyê xetên telefon û înternetê hatine birîn. Bi hezaran niştecihên navçeyê ji ber pirsgirêka ewlehiyê malên xwe terk kirine. Dengên teqîn û çekan hema bêje qet qut nabe. Ji hêla din ve Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ji bo ku bûyerên li navçeya Farqînê protesto bikin meşek li nav Diyarbekirê li dar xist.