Kurdistan24
Nivîskar
Mehma Xelîl: Îro cejna Êzdiyan e
Qeymeqamê Qezaya Şingalê Mehma Xelîl da zanîn ku operasyon baş birêve diçe û îro cejna Kurdên Êzdî ye.
K24 – Şingal
Qeymeqamê Qezaya Şingalê Mehma Xelîl da zanîn ku operasyon baş birêve diçe û îro cejna Kurdên Êzdî ye.
Derbarê operasyona îro de Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji peyamnêrê K24ê re got ku ew berî hemû tiştekî sipasiya Hêzên Pêşmerge dikin ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî birêve diçe.
Derbarê zerar û ziyanan de jî Mehma Xelîl diyar kir ku Pêşmergeyan derbeyên dijwar li DAIŞê dane û bi qeflan direvin û wiha axifî: "Sipas ji Xweda re zerara Pêşmergeyan gelekî kêm e, tenê çend kesek birîndar bûne û hîç Pêşmergeyek şehîd nebûye."
Mehma Xelîl tekez kirk u plana dijminan têkdana cografya Şingalê û jinavbirina Kurdên Êzdî bû, lê qehremaniya Pêşmergeyan û xweragiriya Êzdiyan, Şingal her maye û her dimîne.
Derheqa wan hêzên ku beşdarî operasyonê jî bûne Mehma Xelîl got: "Sipas ji bo her kesî ku xwîna xwe li vê deverê rijandine, lê bi rastî di operasyona rizgarkirina Şingalê de, ji xeynî Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeyman kesî hevkariya me nekiriye."
Xelîl eşkere kirk u Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mesûd Barzanî berî niha ji wan re gotiye ku eger bi cane xwe jî be dê Şingalê ji dijmin rizgar bikin û nahêlin bigihin armanca xwe.