Hevserokê KCD'ê: Dibe em li dergehê hikûmetê bixin

Endamekê şanda Îmraliyê diyar kir ku ger ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê gavek ji aliyê hikûmetê ve neyê avêtin, emê li dergehê hikûmetê bixin.

Hevserokê KCD'ê: Dibe em li dergehê hikûmetê bixin
Hevserokê KCD'ê: Dibe em li dergehê hikûmetê bixin

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekê şanda Îmraliyê diyar kir ku ger ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê gavek ji aliyê hikûmetê ve neyê avêtin, emê li dergehê hikûmetê bixin.

Endamê Şanda Îmraliyê û hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Xetîb Dîcle îro 12 Mijdarê, ji rojnameya Akşam ya Tirkiyê re axivî. Dîcle diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê berdewam bike, dibe ku em li dergehê hikûmetê bixin.

Xetîb Dîcle ragihand ku ew vê mijarê di nava xwe de guftûgo dikin û got: "Ger destûr nedin em bi awayê şand biçin, ne pirsgirêke. Ji xwe ger dewlet bizane em dikarin ji bo pêvajoyê tiştekê bikin, wê me bibe."