Emîrekî DAIŞê li nava Şingalê hat kuştin

Li Şingalê emîrekî DAIŞê ji encama topbaran Pêşmerge hat kuştin û operasyon jî berdewam e.

Emîrekî DAIŞê li nava Şingalê hat kuştin
Emîrekî DAIŞê li nava Şingalê hat kuştin

K24 – Şingal 

Li Şingalê Emîrekî DAIŞê ji encama topbaran Pêşmerge hat kuştin û operasyon jî berdewam e.

Peyamnêrê K24ê li Şingalê îro 12 Mijdarê ragehand ku emîrê DAIŞê û berpirsê hewalgîriyê (Istîxbaratê) wê rêxistinê yê bi navê Ebû Cîhad di nava Şingalê de, di operasyona rizgarkirina wê navçeyê de hate kuştin. 

Şeva borî di demjimêr 23:30 firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li gel 7 hezar Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operesyona rizgarkirina Şingalê kirin.

Operesyona rizgarkirina Şingalê rasterast bi serpirştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Masûd Barzanî birêve diçe.