Kurdistan24
Nivîskar
Li aliyên Şingalê şerê kolanan dest pê dike
Pêşmerge bi awayekî berçav pêşde diçin û li hin navçeyan zêdetir ji cihê plankirî girtine.
K24- Şingal
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çend navçeyên girîng ên Şingalê kontrol dikin, peyamnêrê K24 jî diyar dike ku êdî şerê kolanan dest pê kiriye.
Operasyona azadkirina Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê serê sibeha îro, 12ê Mijdarê hatiye destpêkirin.
Peymanêrê me li eniya şer diyar kir ku, piştî girtina kargeha Cêmento ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, niha şerê kolanan ligel çekdarên DAIŞê birêve diçe.
Şevê din demjimêr 23:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin û gelek çekdar jî hatine kuştin.
Kargeha Cêmento navçeyek stratejîk e ku DAIŞê ji wê xalê otomobîlên bombekirî ber bi pêgehên Pêşmergeyan ve dişandin.
Zanyariyên peymanêrên me yen ku ji dema destpêkirina operasyonê li hemû eniyan amade ne, wê yekê nîşan didin ku heta niha Hêzên Hevpeymanan û Pêşmergeyan 12 otomobîlên DAIŞê yên bombekirî jinavbirine.
Şingal ji 3yê Tebaxa sala 2014an ve ketibû destê rêxistina radîkal a DAIŞê.