Polîsên Îtalyayê 16 Kurdan bi tohmeta “terorê” digrin

Li gor daxuyaniyan, wan dixwetin Mela Kirêkar ji Newrîcê derbixin.

Polîsên Îtalyayê 16 Kurdan bi tohmeta “terorê” digrin
Polîsên Îtalyayê 16 Kurdan bi tohmeta “terorê” digrin

K24- Navenda Nûçeyan

Polîsên Îtalyayê 17 kesan, ji wan 16 Kurd in, bi tohmeta “karên terorîstî” û azadkirina Mela Kirêkar, digrin.

Li gor plîsên Îtalyayê wan operasyon li dijî 17 alîgirên Necmedîn Ehmed Ferec dest pê kirine. Necmedîn Ferec bi navê Mela Kirêkar tê naskirin û ji sala 1991ê ve li welatê Newrîcê dimîn e.

Ji nav wan 17 kesên ku operasyon li dijî wan dest pê kiriye, 16 Kurd in û heta niha 6 ji wan hatine girtine, lê hin ajansên nûçeyan amaje dikin ku hemû hatine girtin.

Kesên ku hatine girtin li Îtalya, Brîtanya û Nerwîcê, Almanya û Austryayê bûn.

Li gor lêkolîner û polîsan, wê grûpê xelik dişand e nav grûpên radîkal li Sûriyê û Iraqê, herwiha hewla encamdana çend karên “terorîstî” didan.

Ji nav wan karên “terorîstî”, azadkirina Mela Kirêkar bû, ku ji sala 2003an ve biryara derkirina wî ji Nerwîcê hatiye pesend kirin, lê ji ber ku cezaya darvekirinê ji aliyê Iraqê ve li ser hatiye dayîn, ew heta niha li Osloyê dimîne.

Mela Kirêkar grûpa Ensarulîslam li Herêma Kurdistanê avakiribû, ku ji aliyê Amerîka û Neteweyên Yekbûyî ve wek “grûpek terorîstî” tê naskirin.