Pentagon: 70 çekdarên DAIŞ li Şingalê hatine kuştin

Pêşmerge û firokeyên hevpeymanan ziyanên mezin gehandine çekdaran û operasyon heta niha berdewam e.

Pentagon: 70 çekdarên DAIŞ li Şingalê hatine kuştin
Pentagon: 70 çekdarên DAIŞ li Şingalê hatine kuştin

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne ku di navbera 60-70 çekdarên DAIŞê li nava Şingalê hatine kuştin.

Ji şeva borî ve firokeyên hevpeymaniya navdewletî pêgehên çekdarên DAIŞê li nava Şingalê bombebaran dikin, Hêzên Pêşmerge jî serê sibeha îro, 12ê Mijdarê, plana azadkirina wê navçeyê dest pê kirine.

Pentagonê li ser rûpela xwe ta Twitterê belav kiriye ku, ji encama bombebaran û topbaranê, di navbera 60-70 çekdarên DAIŞê heta niha li Şingalê hatine kuştin, operasyon jî berdewam e.

Peymanêrê K24 jî li eniya şer diyar kir ku, heta niha 50 pêgehên DAIŞê li nava Şingalê hatine jinavbirin, herwiha 12 otomobîlên bombekirî ji aliyê Pêşmerge û firokeyan ve hatine armanckirin.

Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.