Tîmên endazyarî yên bûçkirina mayînan di rêzên pêş de ne

Operasyona azadkirinê berdewam e û Amerîkayê ragehandiye ku heta niha 70 çekdar hatine kuştin.

Tîmên endazyarî yên bûçkirina mayînan di rêzên pêş de ne
Tîmên endazyarî yên bûçkirina mayînan di rêzên pêş de ne

K24- Şingal

Tîmên endazyarî yên bûçkirina bombe û mayînan di rêzên pêş ên eniyên şer li Şingalê de ne, ji bo ku rêya pêşdeçûnê ji Pêşmergeyan re xweş bikin.

Peymanêrê K24 li eniya şer got ku, li her du eniyên başûr û rojavayê Şingalê pêşdeçûnên Pêşmerge berdewam in, lê tîmên endazyariyê di rêzên pêş de ne ji bo bûçkirina mayîn û bombeyan.

Operasyona azadkirina Şingalê ji serê sibeha îro, 12ê Mijdarê, dest pê kiriye, heta niha jî Pêşmerge bi awayekî berçav pêşde çûne.

Li gor amarên Wezareta Bergirî ya Amerîkayê jî, heta niha 70 çekdarên DAIŞ li nava Şingalê hatine kuştin.

Li gor agahiyên K24ê, zêdeyî 7 hezar Pêşmerge tevî operasyona kontrolkirina Şingalê bûne ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Şevê din demijmêr 11:30an ve firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman bi dijwarî çekdarên DAIŞê bombardiman dikin.