Kurdistan24
Nivîskar
Di operasyoneke rêjma Sûriyê de 100 çekdar li Helebê hatin kuştin
Bêhtir ji 100 çekdarê DAIŞê û leşkerên rejîmê di operesyona şikandina dorpêçkirina firokxaneya Kiwêrisê li rojhilatê Helebê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bêhtir ji 100 çekdarê DAIŞê û leşkerên rejîmê di operesyona şikandina dorpêçkirina firokxaneya Kiwêrisê li rojhilatê Helebê hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî yê Mafên Mirovan îro 12 Mijdarê ragehand ku, di şer û pevçûnên li derdora firokxaneya Kiwêrisê de, bêhtirî ji 100 ji çekdarên DAIŞê û leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin.
Ji du salan ve hejmarek ji efser û leşkerên Artêşa Sûriyê li firokxaneya Kiwêrisê ji aliyê DAIŞê ve dorpêçkirî bûn, rejîma Sûriyê jî ji hefteyekê ve hewla şikandina dorpêçkirina firokxaneya Kiwêrisê dide, niha jî gehiştiye aramnca xwe.
Ji destpêka êrîşên esmanî yê firokeyên Rûsyayê ve di 30 Îlona borî de, şikandina dorpêçkirina vê binkeya leşkerî, ji mezintirîn serkeftinên rêjîma Sûriyê tê jimartin.
Firokxaneya Kiwêris ya leşkerî (25 K.M li rojhailata Helebê) ji du salan ve jî ji aliyê DAIŞê ve dorpêçkirî ye.