Pêşmerge ji 2 aliyan ve derbasî Şingalê dibin

Şerê kolanan dest pê kiriye û heta niha 70 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Pêşmerge ji 2 aliyan ve derbasî Şingalê dibin
Pêşmerge ji 2 aliyan ve derbasî Şingalê dibin

K24- Şingal

Hêzên Pêşmerge bi ala Kurdistanê derbasî nava qeza Şingalê dibin û şerê kolanan dijî DAIŞê dikin.

Peyamnêrê K24 li eniya şer got ku, Hêzên Pêşmerge ji 2 aliyan ve bi ala Kurdistanê derbasî nava Şingalê bûne û êdî şer li wir birêve diçe.

Li gor agahiyên peyamnêrê me, çekdarên DAIŞê xwe di nava tax û malan de veşartine û bi çekên BKS û Doşke bergiriyê li xwe dikin.

Operasyona azadkirina Şingalê serê sibeha îro, 12ê Mijdarê, dest pê kiriye, heta niha jî 7 gund hatine azadkirin û Pêşmerge derbasî nava qezayê bûne.

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê jî ragehandiye ku, di operasyonê de heta niha 70 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Tîmên K24 gav bi gav ligel Pêşmergeyan in û zanyarî û agahiyên herî dawî deqe bi deqe vediguhêzin.