Kurdistan24
Nivîskar
Eniya el-Nusrayê du gundên Efrînê topbaran dikin
Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam du gundên Efrînê didin ber topên Hawenê.
K24 – Efrîn
Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam du gundên Efrînê didin ber topên Hawenê.
Li gor peyamnêrê K24 li Efrînê, şeva borî 11 Mijdarê Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam her du gundên li çiyayê Lêlûnê (Basûfan û Bieyê) bi Hawenan topbaran kirin.
Li gor agahiyên peyamnêrê me, topbarankirin bi awayekî berdewam li wan her du gundan tê kirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji metirsiya çêbûna komkujiyekê, her du gund ji welatiyan vala kirin.
Her dem li ser riyên di navbera Efrîn û Helebê de Eniya el-Nusrayê welatiyê Efrînê direvînin, beriya mehekê jî 3 parêzerên Efrînê yên bi navên Xelîl Xubarî, Selah Kenco û Mehmûd Reşîd li bajarokê Kefir Hemrayê hatibûn revandin, heta niha jî hîn ew li ba wê rêxistinê girtî ne.
Çiyayê Lêlûnê li başûrê Efrînê ye û di navbera herêma Efrîn û bajarê Helebê de ye, ew her du gundên çiyayê Lêlûnê jî di sînorê her du bajarokên Nubil û Zehraa yên Şîe de ne, her car jî dibin armanca topbarana çekdarên Eniya el-Nusrayê.