Kurdistan24
Nivîskar
Pêşhatên herî dawî derbarê şerê azadkirina Şingalê de
Pêşmerge 10 gund azadkirine û bi dehan çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
K24- Şingal
Di çarçoveya plana azadkirina Şingalê de, Hêzên Pêşmerge heta niha 10 gund rizgar kirine.
Peyamnêrên K24 ên ku ji dema dest pê kirina êrîşa Pêşmergeyan li eniyên şer amade ne, diyar kirin ku heta niha 10 gund hatine azadkirin û Pêşmerge ji 2 eniyan ve derbasî nava qezayê bûne.
Li gor agahiyan jî, niha çekdarên DAIŞê xwe li nav tax û malan veşartine û çekên BKS û Doşke di dest wan de nû û Pêşmerge şerê kolanan ligel wan dikin.
Operasyon demjimêr 07:00 ji îro, 12ê Mijdarê, dest pê kiriye, piştî ku ji demjimêr 23:30 ê şeva borî ve firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞ li nava Şingalê bombebaran dikirin.
Peymanêrên me li ser zarê çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku, heta niha 50 pêgehên DAIŞ li nava Şingalê hatine jinavbirin.
Li gor Wezareta Bergirî ya Amerîkayê jî, di operasyonê de heta niha 70 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Lê ti amar ji aliyê Fermandariya Pêşmerge ve nehatiye ragehandin.
Operasyon bi beşdariya zêdeyî 7 hezar Pêşmerge ligel hêzên 70 û 80 û çendîn hêzên din ên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî de birêve diçe.
Çekdarên DAIŞê wek hemû deman, xwestin ku pêşdeçûna Pêşmergeyan bi rêya teqandina otomobîlên bombekirî rawestînin, lê heta niha 12 otomobîlên ji wî curî hatine jinavbirin.
Tîmên endazyarî yên pûçkirina mayîn û bombeyan jî li rêza herî pêş in, ji bo ku rêya pêşdeçûna Pêşmergeyan xweş bikin.