Kurdistan24
Nivîskar
Ebadî serkeftina Pêşmerge li Barzanî pîroz dike
Serokwezîrê Iraqê derbarê pêşketinên Hêzên Pêşmerge li qezaya Şingalê de pîrozbehiyê li Serokê Herêma Kurdisatnê dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê derbarê pêşketinên Hêzên Pêşmerge li qezaya Şingalê de pîrozbehiyê li Serokê Herêma Kurdisatnê dike.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro, 12 Mijdarê, di pêwendiyeke telefonî de pêşketin û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li Şingalê li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz kir.
Îro 7 hezar Pêşmerge dest bi operasyona rizgarkirina Şingalê ji çekdarên DAIŞê kirin, li gor daxuyaniyeke Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge, rêxistina DAIŞ şikestineke mezin xwariye û zêdetirî ji 100 çekdarên wê rêxistinê li Şingalê hatin kuştin.
Fermandariya Pêşmerge diyar kiriye jî ku, wan ji sedî 75 ji armancên xwe bicih anîne û karîne 150 K.M çarkoşe ji axa Başûrê Kurdistanê azad bikin,
Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Herêma Kurdistanê ji Ebadî re serkeftina Hêzên Pêşmerge li qezaya Şingalê û bandora wê li ser şikestin û jinavbirina DAIŞê şîrove kir.