Rêveberê Giştî yê K24 behsa operasyona azadkirina Şingalê dike

Operasyon dê çend rojan berdewam bike, qonaxa duyem jî paqijkirina Şingalê ji mayînan û avakirina wê ye.

Rêveberê Giştî yê K24 behsa operasyona azadkirina Şingalê dike
Rêveberê Giştî yê K24 behsa operasyona azadkirina Şingalê dike

K24- Hewlêr

Damezrêner û Rêveberê Gitşî yê Dezgeha Ragehandin û Lêkolînan a Kurdistan24, Nûredîn Weysî, ji televîzyona France24 re behsa pêşhatên dawî yên operasyona azadkirina Şingalê dike.

Nûredîn Weysî di çarçoveya beşdarîkirinê di bultena demjimêr 20:00 ya televîzyona France24 de got ku, niha çekdarên DAIŞê li devera Şingalê di bin dorpêça Pêşmerge de ne.

Operasyona azadkirina Şinaglê serê sibeha îro, 12ê Mijdarê, ji aliyê 7 hezar û 500 Pêşmerge ve û bi alîkariya hêzên hevpeymanan hatiye destpêkirin.

Weysî diyar kir ku, niha rêya serekî ya navbera navçeyên DAIŞ li Sûriyê û Iraqê ketiye destê Pêşmergeyan û wiha berdewam kir: “Rê li pêş her alîkariyeke lojestîkî ya DAIŞê hatiye girtin.”

Fermandariya Gitşî ya Hêzên Pêşmerge jî di daxuyaniyekê de ragehandiye ku, di roja yekem a operasyonê de, wan kariye ji sedî 75ê plana xwe bicih bînin û rûbera 150î KM ji axa Başûrê Kurdistanê ji dest DAIŞê derbixin.

Rêveberê Giştî yê K24 amaje bi qonaxên din ên operasyonê kir û wiha got: “Dê operasyon çend rojan berdewam bike, qonaxa duyem jî wê paqijkirina Şingalê ji mayîn û teqmeniyên çandî be, piştre jî avakirin”a Şingalê be.