Elçi: Em çaverêne ku qedexe bên rakirin

Li Farqîna navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina kolanan di roja 12emin de ye. Şandên HDPê, CHPê û Serokên Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li Farqînê lêkolîn kirin.

Elçi: Em çaverêne ku qedexe bên rakirin
Elçi: Em çaverêne ku qedexe bên rakirin

K24 – Diyarbekir

Li Farqîna navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina kolanan di roja 12emin de ye. Şandên HDPê, CHPê û Serokên Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê li Farqînê lêkolîn kirin.

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag û Hevserokê KCDê Hatîp Dicle û parlamenteran pêk dihat, doh li Farqîne xwestin biçin taxên qedexe lê polîsan rêya wan birî û midaxele kir.

Şandê li ber Şaredariyê daxuyand ku ew ragihandina, xwerêvebirina gel dipejirînin û gotin ger dewlet li ciyekî hebûna xwe bi tank û topan nîşan bide li wir dagirker e.

Şanda ku ji serokên BAROyên Bakûrê Kurdistanê pêk dihat jî îro serdana Saziyên Dewleta Tirk û rêvebirên heremî yên Farqîne kirin û diyar kirin ku ew îro ji duhî bihêvîtir in. Li ser navê şandê Tahîr Elçî got ku ew çaverêne di nav 2 rojan de li Farqîne qedexe rabin û jiyan asayî bibe.

Şanda Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî doh çûn Farqînê û Cigirê Serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekir Mehmûd Şevketoglû ragihand ku li Farqînê, mafên jiyanê yên welatiyan hatiye dorpêç kirin û bang li hikûmetê kir ku operasyonan rawestînin, ji PKK jî daxwaz kir ku ji navçeyê hêzên xwe vekişîne.